Di êrîşa ser mizgefta Eqsayê 90 kes birîndar bûn

Bi hezaran filistînî li mizgefta El-Aqsa bi boneya Şeva Leyletul Qedir kom bû.
Carek din di navbera wan û polîsên Îsraîlê de şer derket.
Di encamê de zêdetirî 90 kesî birîndar bûn.
Li Xezayê jî tevgera Hemas û hêzên Îsraîlê êrîşî hev kirin.

Li Qudisê, deng, hêrs û alozî serwere.

Tariya şevê bi agirê ku li kolanên Qudisê hatine pêxistin ronî dibe.

Hêrsa li dijî êrîşên Îsraîlê jî li gel Filistîniyan jî bi çalakiyên li bajar xuya dike.

Heyva Sor a Filistînê îro di saetên sibê de da zanîn ku di encama binpêkirina dagirkeran ji meşên gelê Filistînê re li qada mizgefa El-Aqsa zêdetirî 90 kesî birîndar bûn.

Di nava van birîndaran de, kalepîrek, zarokekî 1 salî, 5 zarokên din û xebatkarekî tenduristiyê heye.

Heyva Sor diyar kir ku piraniya birîndaran bi guleyên plastîk, bombeyên deng her wiha bi lêxistinê birîndar bûne.

Wezareta Ewqafê ya Filistînê got 90 hezar kes li mizgefta El-Aqsa kom bûbûn.

Ji aliyekî din ve, li herêmên cuda yên Dîfa El-Xerbiye şer derket û çalakiyên “metirsiyên bi şev” (El-Irbak El-Leylî) li ser sînorê Xezayê vegeriyan.

Li Xezayê Hemas û Îsraîlê êrîşî hev kir

Ajansa Hewarê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişî baregeheke tevgera Hemasê ya li Xezayê kir û bersiva moşeka ku ji Xezayê hate avêtin, da.

Piştî êrîşên leşkerên Îsraîl ya li ser nimêja Înê ya dawiya meha Remezanê ku pêk anî, li bajar careke din alozî zêde bû.

Di şer û pevçûnên li Mescîd El Aqsa de 205 kes birîndar bûbûn.

Ji wê rojê ve carke din kolanên bajar veguherîna qadên şer.

Back to top button