Li ser banga Filistîniyan Komkara Ereb dicive

Li dijî êrîşên Îsraîl ya li ser Filistîniyan, ji Ereban daxwaza helwestekê tê kirin. Li ser banga Filistîniyan Komkara Ereb dicive.

Sibe wê Komkara Ereban li Payexta Misir Qahîrê bi awayekî awarete bicive.

Ev civîn li ser daxwaza Filistîniyan wê pêk were.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komkara Ereb Husam Zekî daxuyaniyek da û diyar kir ku wê civîna li Qahîrayê bi amadebûna endamên dayîmî û bi Serokatiya Qeterê pêk were.

Husam Zekî daxuya-kirin ku wê di civînê de êriş û binpêkirinên Îsraîlê yên li Rojhilatê Qudisê û bi taybet taxa şêx Cerah, sûcên li dijî cihên pîroz ên Îslam û destwerdana nimêja li Mizgefta Mescîd El Aqsa were nîqaşkirin.

Amerîka, Rûsya, YE û NY banga li Îsraîlê kir êrîşên xwe rawestîne

Di çarçoveyê de, Amerîka, Rûsya, YE û NY jî bang li Îsraîlê kir ku rêkarên zêde-kirinên ji bo derxistina aloziyê rawestîne.

Back to top button