Mustafa Karasû: Erdheja Gemlîkê ji bo ewlehiya Rêbertî xeter e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyarkir ku pêngavên ji bo Rêber APO hatine destpêkirin gelek girîng e û tahybet jî pêngava cîhanî û xwendina pirtûkên Rêber APO.
Karasû di serî de jin û ciwan bang li her kesî kir ku ji bo serkeftina van pêngavan asta têkoşînê mezin bikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a Medya Haberê bû û tecrîd û pêngavên li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin nirxand.

Mûstafa Karasû destpêkê bal kişand ser erdheja li Marmarayê û got:

“Tê gotin, navenda erdhejê Gemlîk e, her wiha Girava Îmraliyê ye.

Parêzeran di rewşeke bi vî rengî de xwestin hevdîtinê bikin, lê belê nehiştin.

Mustafa Karasu: Di mijara tecrîdê de Tirkiye teşhîr bûye

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku divê li dijî vê polîtîakyên têkoşîn hîn mezitir bibe û got:

“Bêyî têkoşînê azadiya Rêber Apo nikare bê pêkanîn, tecrîd nikare ji holê bê rakirin.

Lewma li tevahiya cîhanê niha ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînek heye.

Dewleta Tirk tengav dibe, teşhîr dibe, tecrîd dibe. Her kes bi rê û rêbazên zextê û tecrîda li ser Rêber Apo zanin. Kesekî ku nizane nema ye.

Hevalbendên wan jî, dostên wan jî zanin. Lewma polîtîkaya tecrîdê û zexta li Îmraliyê ji aliyê cîhanê ve tê zanîn.

Wê rojê Hakan Fîdan diyar kir ku haya Pûtîn, haya Konseya Ewropayê, haya Yekîtiya Ewropayê ji polîtîkaya wan heye.

Bi rengekî eşkere vê dibêjew; yên ku van kiryarên me rewa dikin Yekîtiya Ewropa ye, dewletên Ewropayê ne. Yanî ew destûrê didin.

Divê li hemberî helwesta Konseya Ewropa, CPT û dewletên Ewropayê jî nerazîbûn bê nîşandan.”

Mustafa Karasû: Divê her kes bibe dengê zîndanan

Di dewama axaftina xwe de Mûstafa Karasû greva birçîbûnê ya li zindanan û berxwedana wan silavkir û ev nirxandin kir:

“Dema ku têkildarî Rêbertî rojeveke girîng rû dide, di mijara azadiyê, di mijara tecrîdê, zextek li ser Rêbertî dikeve rojevê, zindanî her tim bi berpirsyarî radibin.

Zindanî berpirsyariyên xwe bi cih tînin.

Tevî ku li zindanê çekek nîne, derfetek nîne, bi helandina bedena xwe helwesta xwe nîşan didin.

Divê herkes li berxwedana zîndanan xwedî derbikeve.”

Mustafa Karasu: Divê her kes tevlî pêngava azadkirina Rêber Apo bibin

Karasû ji bo bilindkirina têkoşînê ev bang kir:

” Gelekî xwedî li Rêberê xwe derdikeve dikare azadiya xwe bi dest bixe. Pêngava xwendina pirtûkê rêbertî gelek girîng e.

Di serî de gel, ciwan, jin, dost, hêzên demokrasiyê divê pengava ji bo azadiya Rêber Apo xurt bikin, tevlî bibin.”

Back to top button