Li Cinêv, gera 6’ê ya hevdîtinên “Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê” bê encam bi dawî bû.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku gera 6’ê a hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê bê encam bi dawî bû û wiha got:
“Em di tişê ku me hêvî dikir bidest bixin bi ser neketin.”
Pedersen derbarê sedema bêencambûnê de jî got: “Yê ku biryara pêşkêşkirina pêşnûmeyek nû da şandeya hikumetê bû.”