Li Hollandayê Geert Wilders ji bo koalîsyonê nikare partiyên din razî bike

Li Hollandayê hilbijartin qediyan lê di mijara Koalîsyonê de danûstandin hîna didome.
Wildersa ku di hilbijartinê de bi ser ket hewl dide ji partiyên din piştgiriyê bigire.

Serokê Partiya Azadî (PVV) ya rastgira tund Geert Wilders, di hilbijartinên pêşwext ên hefteya borî li Hollandayê de serkeftineke mezin bi dest xist

Wilders zehmetiyê dikişîne ku partiyên din ji bo avakirina hikûmeta nû qanih bike.

Partiya Peymana Civakî ya Nû (NSC), ku di warê hevdîtinên koalîsyonê de di pozîsyoneke sereke de ye,

dixwaze bibîne ka Wilders bi rastî ji bo rawestandina helwesta xwe ya tund a li ser Îslamê beriya danûstandinan ji dil e.

Wîlders piştî ku partiya rastgir PVV di parlementoya 150 endamî de bû partiya yekem û 37 kursî bi dest xist, bû namzedê herî girîng ji bo serokwezîrtiyê.

Lê belê helwesta bi mesafeyî ya partiyên siyasî yên li Hollandayê li hemberî Wilders di avakirina koalîsyonê de jî dewam dike.

Li Hollanda serketina rastgirê tund Wilders

Back to top button