Qamişlo-Romana “Qelen” hate nasandin

Romana “Qelen” ku ji aliyê nivîskar Ebûd Mexso ve li ser pêşeng û welatparêzê Kurd Apê Yûsif hatiye nivîsandin, hat şîrovekirin.

Romana “Qelen” bi merasîmekê li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo hat nasandin.

Romana “Qelen” li ser bîranîn û welatparêziya Apê Yûsif e.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê malbata Gulo Îbrahîm Gulo spasiya hemû beşdaran kir û hebûna wan bi xwedîderketina li mîratê şehîdan pênase kir.

Rojnamevan û Nivîskar, Diyar Bohtî jî diyar kir ku di şoreşan de malbat dibin pêşeng, di Şoreşa Rojava de jî bi serkêşiya Apê Yûsif malbata Gulo pêşengtî kir.

Apê Yûsif bi nîşaneya serkeftinê derbasî nava refê şehîdan bû û ev jî mezinahiyek e.

Malbata Gulo di pirtûkekê de nayê pênasekirin, divê her kes ji bo welatê xwe binivîse da ku bîranîn û lehengiya di şoreşê de derbasî dîrokê bibe.”

Hevseroka Dîwana Wêjeyê Narîman Evdikê jî destnîşan kir ku weke dîwan hewl didin di milê wêjeyî de bibin bersiv.

Nivîskarê pirtûkê Ebûd Mexso jî Mexso anî ziman ku ev pirtûk ji bo nifşên bê, dê bibe belgeyek û dê di pirtûkê de berxwedana gelê Kurd nas bikin.

Back to top button