“Divê azadîxwaz li dijî girtina Silêman Ehmed helwstê nîşanbidin”

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 37 rojin agahî ji nayê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed berfireh dibin.
Ev yek li nava rojnamevan û xelkê başûrê Kurdistanê jî bûye cihê nerazîbûnê.
Sekreterê şaxa Silêmaniyê ya Sendîkayên Rojnamevanên Kurdistanê got:Pêwiste em hemû bi yek dengî daxwaza berdana Silêman bikin.

Rojnamevan Eyad Mihemed jî di derbarê revandina Silêman Ehmed de helwest nîşan da.

Eyad destnîşankir ku ji ber kiriyarên PDK’ê li dijî rojnamevanan, herêma başûrê Kurdistanê di nav civaka navnetweyî de xirab tê dîtin û ev bang kir:

“Pêwîste tevayî azadîxwaz, rojnamevan û rêxistinên mafên mirovan li ser girtina rojnamevan Silêman Ehmed helwest nîşandin.”

“Rojnamevantî ne sûce û divê silêman ehmed bê berdan”

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn têkildarî revandina Silêman Ehmed diyar kir ku rojnamevantî ne sûce û dimildestêde divê Silêman Emed wer berdan.

Her wiha Rojnamevan Ehmed Semîr jî got: “PDK’ê ji bo çavtirsandina hemû rojnamevanan bike, rojnamevanê azad Silêman Ehmed revandiye.”

Ev 37 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button