Dûran Kalkan: Li Îmraliyê li dijî êşkenceyê, berxwedanî heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tecrîda li îmraliyê û rewşa heyî nirxwand.
Kalkan diyar kir ku li Îmraliyê berxwedanî heye û got: “Divê her kes li vê berxwedanê xwedî derkeve.”
Her wiha Kalkan balkişand ser çalakiyên dawî yên gerîla û diyar kir ku dewleta Tirk li hember taktîkên gerîlayên modern binketiye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a televîzyona Medya Haber’ê de rewşa li Kurdistan û Tirkiyê nirxand.

Dûran Kalkan di despêka nirxwandinê xwe de berxwedana Îmraliyê silav kir û wih got:

“Li Îmraliyê êşkence, tecrîd û qirkirin dewam dike. Li hember vê sekin û jiyana li Îmraliyê bi serê xwe berxwedanek e.Berxwedaneke ku rêya azadî û rizgariyê nîşanî mirovahiyê dide.”

Dûran Kalkan: Pêngava 10’ê Cotmehê veguherî kampanyayeke azadiyê ya gerdûnî

Kalka balkişand ser pêngava 10’ê Cotmehê a ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo hatî despêkirin û ev tişt anî ziman:

“Kampanya veguherî kampanyayeke azadiyê ya gerdûnî. Ji xwe gelê Kurd, jin û ciwan li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan in. Ger ciwan û jin bi vî rengî xwedî li vê kampanyayê derkevin, bê guman wê ev têkoşîn mezin bibe û ber bi serkeftinê ve biçe.”

Dûran Kalkan: Girtiyên zindanan niha dibin parçeyek çalak a vê kampanyayê

Pêngava gireva birçîbûnê a ku li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye jî di rojeva Kalkan de bû.

Kalkan diyar kir ku girtiyan bi helwestên xwe yên têkoşînê bûn parçeyeke çalak a kampanyayê.

Dûran Kalkan: Xwedî derketina li PKK’ê xwedî derketina li Rêber Apo ye

Li aliyê din Dûran Kalkan pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê jî nirxwand û destnîşan kir ku xwedî derketina li PKK’ê xwedî derketina li Rêber Apo ye.

Dûran Kalkan: Dewleta Tirk ku ji mejiyê xwe ve derb xwar

Kalkan di dewamiyê de îşaret bi çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker kir û wiha domand:

“Hevrêyên me Rojhat û Erdal li Enqereyê çalakiyeke serketî kirin. Dewleta Tirk ku ji mejiyê xwe ve derb xwar, ji bingehê ve hejiya. Li hemberî vê yekê jî dijmin êrişî Rojava dike. AKP bêçare ye. Ketiye rewşeke paşverû û bêexlaq.”

Dûran Kalkan: Divê em bibin yek

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku divê em xwe veguherînin hêzeke têkoşînê û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Divê em hîn bêhtir xwe hevpar bikin, bibin yek. Bi hilweşandina sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê em ê karibin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Banga me li ser vê bingehê ye. Li ser vê bingehê her kesên ku têdikoşin ji dil silav dikim û serketinê dixwazim.”

Back to top button