Li dijî tecrîdkirina Rêber Apo xelkê herêmê bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.
Li Reqa û Kobanê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Di çalakiyan de banga azadiya fîzîkî ya Rrêber Apo hate kirin.
Gelê herêmê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne.
Rojane çalakî têne lidarxistin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo tê kirin.
Îro li bajarê Reqayê xelk bi girseyî daketin qadan û banga azadiya Rêber Apo kirin.
Beşdarên meşê teqez kirin ew ê heta azadiya fîzkî ya Rêber Apo li ser piyan bin û bi yekgirtina xwe tecrîdê vala derxin.
Piştî meş veguherî mêtingê daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bang li aliyên hiqûqî û mirovî hate kirin ku bi erkên xwe rabin û azadiya fîzkî ya Rêber Apo pêk bînin.
Ji bo Rêber Apo Yekîtiya Parêzeran a Herêma Firatê daxuyaniyek da
Yekîtiya Parêzerên Herêma Firatê jî daxuyaniyek da û tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir.
Yekîtiya Parêzeran di daxuyaniyê de got:
“Dewleta Tirk a dagirker li girtîgehên xwe sûcên dijmirovî û hiqûqî pêk tîne.
Bi taybet li Îmraliyê girtîgeh veguherî cihê êşkenceyê.
Li Îmraliyê rêber Apo ji mafên xwe yên herî biçûk bêpar hatiye hiştin.”
Yekîtiya parêzeran bang li saziyên navnetewî û saziyên parastina mafên mirovan kirin ku bi erkên xwe rabin û li gorî zagonên navnetewî tevbigerin.”



