Li Ekwadorê hezaz: 11 Kes mirin, 67 jî birîndar bûn

Li başûrê Ekwadorê ji ber hezazê herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 67 kes jî birîndar bûn.

Li wîlayeta Chîmborazo ku bi 300 kîlometreyî li başûrê paytexta Qûîto ye, parçeyekî mezin ji çiyê qut bû.

Di bûyera ku 26 Adarê pêk hat de, li gorî daneyên fermî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 67 kes jî birîndar bûn.

Bi barana zêde re hezazê bandor li 163 malên li taxeke li quntara çiyê kir.

Serokomarê Ekwadorê Gûîllermo Lasso serdana herêmê kir û bi dirûşma “Lasso bicehime” hate pêşwazîkirin.

Ji ber barana zêde, Ekwadorê hefteya derbasbûyî li 13 eyaletan rewşa lezgîn ragihandibû.

Meha Çileyê ji ber lehiyê 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, lehiyê her wiha bandor li 6 hezar û 900 avahiyan kiribû.

Back to top button