Serokê Ukrayna Zelensky, Xi Jinping vexwend Kîev ê

Ukrayna ya piştevaniyeke zêde ji welatên rojavayî digre, niha jî dixwaze bi rêya dîplomasî welatên li kêleka Rûsya dimînin kêm bikin.
Di vê çarçoveyê de Serokê Ukrayna Zelensky, Xi Jinping vexwend Kîev ê.
Minsk piştrast kir ku Rûsya wê çekên nukleerî yên taktîkî li Belarusê bi cih bike.
Wezareta Karê Derve ya Belarusî teqez kir ku çekên Rûsî bersivek e li hember cezayên Rojava.

Bi dirêjbûna şerê li Ukrayna re, rêveberiya Kîevê di warê stratejiya xwe de jî guhertinan pêk tîne.

Kîev ya piştevaniyek zêde ya çekan ji welatên Rovayî digre, hewil dide hevalbendên Rûsya jî nêzî xwe bike.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky hempişeyê xwe yê Çînî Xi Jinping vexwend Kîevê.

Zelensky ji Associated Press ê re got:

“Em amade ne ku wî li vir bibînin.”

Xi Jinping, ku ji dema êrişa Rûsyayê ya Ukraynayê heta niha bi Zelensky re hevdîtin pêk neaniye, vê dawiyê planek aştiyê ya ji 12 xalan pêk tê ku dikare dawî li şer bîne pêşkêşî aliyan kiribû.

Xi Jinping hefteya borî li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Moskowê kiribû.

Li gorî plana Xi agirbest wê bilez pêk were û qala derketina hêzên Rûsya ji herêmên kontrol kirine nayê kirin.

Ji ber vê yekê Ukrayna jî li dijî planê derdikeve.

Amerîka jî îdia dike ku piştevaniya planeke bê vekişîna hêzên Rûsya ji herêmên kontrolkirî tenê bi kêrî Moskow tê.

Ji Belerûsê daxuyaniya li ser çekên nukleerî yên Rûsyayê

Piştî ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ragihand ku wê çekên nukleerî li Belarûsê bicih bike, ji wî welatî daxuyaniya yekem hat.

Wezareta Karên Derve ya Belarûsê doh eşkere kir ku ew destûrê didin çekên nukleerî yên taktîkî yên Rûsyayê ku li welêt bên bicihkirin.

Wezaretê ev yek jî weke bersiveke ji zextên Rojava re pênase kir.

Piştî daxuyaniya Putin ya 25’ê Adarê, ev helwesta herî zelal a wî welatî ye.

Ev yek jî piştî hilweşîna Sovyetê ya 1991’an weke bûyereke yekem tê destnîşankirin.

Biryara bicihkirina çekên nukleerî li Belarûsê yek ji bihêztirîn sînyalên Moskow ya ji bo welatên Rojavayî tê şîrovekirin.

Rûsya ya ku ev bêtirî salekê ye êrişên xwe yên li ser xaka Ukrayna pêk tîne jî vê yekê weke “Oparasyoneke leşkerî ya taybet” binav dike.

Ji roja despêkê ya êrişê û heta niha rêveberiya Belarûsê hertim piştevaniya xwe ya bi Rûsyayê re anî ziman.

Lê heta niha bi awayekî fermî beşdarî şerê li Ukrayna nebûye.

Back to top button