Li gel êrîşên asmanî yên Rûsî, hêzên rejîma Sûrî ber bi başûrê Idlibê ve bi pêş çûn û 7 bajarok di nava çend saetan de bi dest xistin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ragihand ku ji duh û heya vê sibê, balafirên Rûsî gelek dever li gundewarê Idlibê û Şêr Mexar li gundewarê Hemayê kirin armanc.
Çavdêriyê diyar kir ku bi rêya êrîşên asmanî yên Rûsyayê, hêzên rejîmê karîbûn Kefer Secna û 6 deverên din li gundewarê Idlibê yên başûrî bi dest bixin.
Li gel vê pêşketinê, Navenda Çavdêriya Sûrî da zanîn ku hêzên dewleta Tirk 4 nuqte li bakurê Idlibê ava kirin.
Her wekî nîvê şeva borî jî zêdetirî 100 maşîneyên Tirkî derbasî herêma Cebel el-Zawiyê bûn.