Li Wanê di nava mehekê de zêdeyî 60 kes hatin girtin

Li Wanê Di nava meha dawî de zêdeyî 60 kes bi rengekî kêfî hatin binçavkirin an jî girtin.

Li Wanê ku dewlet bi zordarî û şidetê tevdigere, kombûna sê kesan li hev dibe sedema lêpirsîn an jî binçavkirinê.

Di meha dawî, di rojê de derdora du kes dihatin binçavkirin û beşek ji wan jî dihat girtin.

Qedexeya ku di 21’ê Mijdara 2016’an de dest pê kir, bi rengekî fermî êdî her 15 rojan carekê dema wê tê dirêjkirin.

Li bajêr di pratîkê de Rewşa Awarte heye û zexta li ser gel her roj zêde dibe.

Di 14’ê Sibatê de polîsên tîmên taybet avêtin ser 55 malan û 47 kes binçav kirin.

Di serdegirtinê de deriyên malan hemû hatin şikandin, alav hatin belavkirin, tundî li şêniyan hate kirin û gef li wan hate xwarin.

Back to top button