Bîlançoya alîkariya ji bo Rojava hat diyarkirin

Ji destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Serê Kaniyê û Girê Spî, xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo alîkariya birayên xwe di nava tevgerê de ne.

Heyva Sor a Kurd li bajarê Silêmaniyê ragihand ku ji dema destpêkirina êrîşên 9’ê Cotmehê û heta niha nêzîkî 250 erebeyên alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin.

Heyva Sor a Kurd li bajarê Silêmaniyê derbarê alîkariyên ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê hatine komkirin de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di kongreyê de Berpirsê Heyva Sor a Kurd ya Bajarê Silêmaniyê Xesan Hesen diayr kir ku ji ber êrşên dewlet atirk a dagirker bi deh hezaran sivîl ji cih û warê xwe koçber bûn

Xesan Hesen destnîşan kir ku ji ber ku gelê Rojavayê Kurdistanê di rewşek gelek zehmet te derbas dibû, komele, Rêxistin, sazî û çalakvanên sivîl ên li Başûrê Kurdistanê ketun seferberiyê û alîkarî pêşkêşî birayên xwe kirin.

Berpirsê Heyva Sor a Kurd ya Bajarê Silêmaniyê ragihand ku alîkariya hatiye şandin wiha ye:

Bi giştî 250 wesayîtên balhilgirên mezin û biçûk.

Nêzîkî 121 balhilgir ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî Barzanî.

88 balhilgir ji aliyê Kampanya Em Hemû Rojavayî ne ya li Silêmaniyê.

Nêzîkî 12 balhilgir ji aliyê Kampanya Alîkarî ji bo Rojava li Hewlêrê

9 barhilgir ji aliyê Hewarî Nîştiman ve.

6 barhilgir ji aliyê Rêkxirawî Hîway Hejaran li Derbendîxan.

3 barhilgir ji aliyê xelkê Bejderewe ve.

6 barhilgir ji aliyê xelkê Barek ve hatine rêkirin.

Alîkariya Tenduristî jî ku hat rêkirin wiha ye:

Nêzî 8 barhilgirên derman.

3 barhilgir ji aliyê Em Hemû Rojava ne li Silêmaniyê

2 barhilgir ji aliyê dezgeha Miroyî Mam ve .

2 barhilgir ji aliyê Xêrxwazî Barzanî ve .

1 barhilgir ji aliyê Kampanyaya Sara jî li Silêmaniyê hatine şandin.

Back to top button