Li herêma Tîgray a Etîyopya 56 kes mirin

Salek derbas bû, lê şerê di navbera artêşa Etiyopya û Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê de bi dawî nebû. Artêşa Etiyopa bi topan, kampa koçberan ya li herêma Tîgrayê kir armanc. Di encamê de, 56 kes mirin û 30 jî birîndar bûn.

Li Etiyopya şer ranaweste.

Şerê navbera Eniya Rizgariya Gel a Tîgray (TPLF) û artêşa Etiyopya ku Mijdara 2020’an destpê kirî ev 14 mehin dewam dike.

Herî dawî hat îdiakirin ku kampeke ku li bakurê rojhilatê welêt li nêzî bajaroka Dedebit a li ser sînorê Erîtreyê ye, hatiye armanckirin.

Xebatkarên alîkariyê yên ku xwestin navê wan neyê eşkerekirin jî êriş piştrast kirin.

Xebatkarên alîkariyê dan zanîn ku di êrîşê de 56 kes mirin û zarok jî di nav de, 30 kes birîndar bûn.

Ajansa Reutersê jî wêneyên bûyerê ku xebatkaran jêre şandî weşand.

Berdevkê artêşê Albay Getnet Adane û Berdevka Hikûmetê Legesse Tulu derbarê mijarê de bêdengiya xwe diparêzin.

Hikûmeta Etiyopyayê di 2’ê Mijdarê de ji ber êrîşên Eniya Rizgariya Gel a Tîgarayê (TPLF) yên ku pêşveçûna xwe ya li başûr berdewam kirin, li welêt rewşa awarte ragihand.

Li dijî êrîşên muhtemel ên Tîgra yên li ser paytext Addis Ababa, hêzên erka parastinê hatin avakirin.

4’ê Mijdara 2020’an artêşa Etiyopya li dijî herêma Tîgrayê dest bi êrişê kiribû.

Her çiqasî di nava 3 hefteyan de artêşê serkeftina xwe ragihand jî lê nekarî li herêmê xwe bigre.

Ji ber wê yekê neçar ma ji herêmê vekişe.

Hêzên Tîgrayê ku careke din xwe komî serhev kirin, dest bi êrişê kirin.

Ji ber şerê bêtirî saleke li herêmê dewam dike, nêzî 2,5 milyon kes koçber bûn.

Her wiha pêwistiya bêtirî 5 milyon kesî ji bi alîkariya mirovî heye.

TPLF berê niha 30 salan Etiyopya birêve dibir.

Back to top button