Hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyar kir ku ev lihevkirin çareserî, ewlehî û aştiyê ji herêmê re nayîne û divê partiyên Kurd êdî daxuyaniyên şermok derbas bikin, xeteriyên li dijî gelê Kurd nîqaş bikin û nehêlin fermana 74’an bi serê civaka Êzîdî de were.
Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk/TEV-DEM’ê Xerîb Hiso derbarê peymana PDK,Tirkiye û Bexdayê ya li ser Şengalê de, ji ajansa Hawarê re axivî.
Xerîb Hiso diyar kir ku ev lihevkirin çareserî, ewlehî û aştiyê ji herêmê re nayîne. Ji ber ev lihevkirin bê vîna gelê Kurd û Êzidiyan, belê bi destê dewleta Tirk û Amerîkayê pêk hatiye.
Hiso da xuyakirin ku dewleta Tirk bi vê planê, dixwaze DAIŞ’ê li Şengalê dîsa vejîne û fermana 74 bi serê civaka Êzîdî de bîne.
Xerîb Hiso da zanîn ku dewleta Tirk rewşa heyî ya li Iraqê bi kar tîne û rolek di îmzekirina lihevkirinê de lîst.
Li gorî Hiso, divê serokkwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serî ji dewleta Tirk re netewandiba û li şûnê ji bo derxistina hêzên Tirkiyê ji Başîqayê li hev bikirina û êrîşên Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê rawestandibana.
Xerîb Hiso: Divê PDK lêborînê ji civaka Êzidî bixwaze û xweseriya wê nas bike
Hiso anî ziman ku:
“PDK bi vê peymanê, dixwaze Rêveberiya Xweser a Şengalê ji holê rake.
Divê PDKê roleke aştiyane bilîze û bi Meclisa Êzidiyan, Rêveberiya Xweser û gelê Şengalê re bihata nîqaşkirin da ku pirsgirêkên heyî çareser bibin”.
Hiso bang li PDK’ê kir ku kêmasiyên xwe yên dîrokî dubare neke, lêborînê ji civaka Êzîdî bixwaze û xweseriya wê nas bike.
Xerîb Hiso her wiha bang li partiyên Kurd kir ku êdî daxuyaniyên şermok derbas bikin, li hev kom bibin û xeteriyên li dijî gelê Kurd nîqaş bikin.