Dr. Ciwan Mistefa: Piştî 15’ê Mijdarê em ê tedbîrên xurttir bigirin

Heserokê Desteya Tenduristiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa ji Ronahî TV re ragihand ku ew ê tedbîrên nû ji bo pêşlêgirtina vîrûsa coronayê bigirin. Dr. Ciwan bang li şêniyan kir ku pabendî tedbîrên desteya tenduristiyê bibin.

Bi hatina pêleke nû ya coronayê re, Rêveberiya Xweser tedbîrine din digire..

Li gorî Rêxistina Tendurstiyê ya Cîhanî, belavbûna vîrûsê wê di çend rojên pêş de, dijwartir bibe.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîrûsa coronayê zêde berbelav bûye.

Li ser vê bingehê jî, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ketiye tevgerê..

Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa ji Ronahî TV re ragihand ku metirsiyên wan hene ku ji 15 Mijdarê û şûn de, wê hijmara pêketiyan bibe 2-3 qat û hejmarên heyî jî ji bin kontrolê derkevin.

Mistefa da zanîn ku weke pêvajoya yekemîn ew ê di saetên pêş de tedbîrên pêşîlêgirtina vîrûsê werin girtin û kombûyînên gel werin rawestandin.

Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ew ê di pêvajoya duyemîn de ango piştî 15 Mijdarê, tedbîrên pêşîlêgirtina vîrûsê yên asê û xurtir werin girtin.

Dr. Ciwan Mistefa mixabiniya xwe der barê nepiştevaniya navnetewî di serî de “WHO”ji bakur û rojhilatê Sûrî re anî ziman.

Dr. Ciwan Mistefa: Divê şênî pabendî biryaran bibin û xwe biparêzin

Mistefa di dawiya axaftina xwe de, banga li gel kir ku pabendî biryarên desteya Tenduristiyê bibin û xwe biparêzin.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûrî hejmara pêketiyan 3 û 900 derbas kiriye, ji wan 115 mirine.

Back to top button