Di êrişa li Tel Evîvê de 2 kes hatin kutin 9 jî birîndar bûn

Di nava meha dawiyê de, li Îsraîlê metirsiyek zêde serwere. Piştî êrîşên hefteya dawî yên meha Adarê ku li Îsraîlê 11 kes hatin kuştin şevê din li dijî navendeke şahiyê êriş pêk hat. Di êrişa li Tel Evîvê pêk hat de, 2 kes mirin û 4 jê giran 9 kes birîndar bûn. Polîsên Îsraîlî piştî ku tevahiya şevê oparasyon pêkanîn, ragihandin ku êrîşkarê tê gotin Filistînî ye hatiye kuştin.

Şevê din li paytexta Îsraîl Tel Evîvê careke din metirsî serwer bû.

Saet derdora 21.00’an de li ser navendeke şahiyê ya ku li Kolana Dizengoffê ku yek ji kolanên herî qelebalix ên paytext Tel Avîvê ye, êrişek biçek pêk hat.

Êrişkaran piştî êrişa li ser kesên li cihê şahiyê, reviyan.

2 kesên ku bûn armanca fîşekan jiyana xwe ji dest dan, 9 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku ji birîdaran rewşa 4 kesî girane.

Dema ku êrîşkar ji kolanên kêlekê direviya, polêsan dîmenên kameraya ewlehiyê ya gumanbar weşand û ji gel alîkarî xwest.

Piştî êrîşê Serokwezîr Naftali Bennett bi beşdariya Wezîrê Parastinê, Wezîrê Ewlehiya Navxweyî, Sererkan, Serokê Servîsa Ewlehiya Navxweyî (Şîn-Bet), Mufetîşê Giştî yê polîsên Îsraîlî û karbidestên din re civîneke ewlekariyê lidar xist.

Bennet ê di çarçoveya hevdîtinê ji rayedaran agahî girt got;

“Êrîşa terorê ya li Tel Evîvê û xebatên li qadê yên ji bo girtina terorîstan dewam dikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de “biryar hat dayîn ku şandina hêzên mezin ji bo Tel Evîvê wê dewam bike”.

Polîsên Îsraîlê bi piştgiriya yekîneyên leşkerî piştî bûyerê li Tel Avîvê û dervayê wê dest bi oparasyoneke berfireh ya girtina êrişkaran kirin.

Polêsên Îsraîlê di parvekirina ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî da weşandin, wêneyê gumanbarê ku ji dîmenên kameraya ewlehiyê ve hatî kişandin û wiha got:

“Polîs ji bo dîtina kesê ku li cihê bûyerê hatiye dîtin ji raya giştî alîkariyê dixwaze.”

Di daxuyaniya din a ku di saetên sibehê de ji aliyê polîsan ve hat dayîn de, hat ragihandin ku êrîşkar “hatiye bêbandorkirin.”

Di 3 êrişên beriya niha de 11 kes hatibûn kuştin

Li Îsraîla ku di hefteyên dawî de bi êrîşên li pey hev dihejiya, di 22 û 29’ê Adarê de li bajarên cuda yên welêt 3 êriş pêk anîn.

Di encama van êrişan de, bi giştî 11 Îsraîlî hatibûn kuştin.

Back to top button