Hiqûqnas û Rêveberên Reqayê diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo li dijî rêgezên mafên mirovan e.
Hiqûqnas Fîda El-Ebdullah, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got:
Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo li dijî rêgezên mafên mirovan e.
Gelê herêmê wê heta azadiya fîzkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin.
Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Komîteya Hundirîn Tirkiye El Hemedê jî got:
“Rêxistinên hiqûqî tu helwesteke cidî li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nîşan nedaye.
Ev yek jî cihê şermê ye.”
Tirkiye anî ziman ku rêxistin û desteyên mirovî berpirsê dewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan in.