Gulîstan Elî: Qada Civakî xeleka girîng a çareseriya pirsgirêkan e

Berdevka Qada Civakî ya Rojava Gulîstan Elî, kar û xebatên Qada Civakî yên sala 2020’an û pêşketinên ku di vê qadê de hatine kirin nirxand û da zanîn ku sala 2020’an saleke têr û tijî bû, gelek ked û têkoşîn hat dayin.

Di sala 2020’an de Qada Civakî ya Rojava tevî rêxistinên ku di nav de cihê xwe digirin projeyên pir girîng pêş xist.

Di nava vê salê de ji pirsgirêkên jin û civakê re bû bersiv.

Her wiha xwedîderketineke xebatkarên vê qadê ya berbiçav hebû û di heman demê de ji jin û zarokên kampên koçberan re alîkar bû.

Têkildarî kar û xebatên Qada Civakî yên sala 2020’an, Berdeva Qada Civakî ya Rojavayê Kurdistanê Gulîstan Elî nirxandin kir.

Gulîstan di destpêka axaftina xwe de behsa guhertinên bingehîn ên di Qada Civakî de kir û got:

Gulistan dibêje di vê salê de Komîteya astengdaran, zarok û komîteya koçberan gelek kar û xebat kirin û di aliyê rêxistinkirin û derûnî de jî xebat dan meşandin.

Gulîstan Elî: Li gor rewşa awarte em seferber bûn û me alîkarî pêşkêş kir

Gulîsan Elî di domandina nirxandina xwe de xebatên Qada Civakî di dema belavbûna Vîrusa Koronayê de anî ziman.

Gulîstan da zanîn ku ji bo ew têkoşîna xwe li dijî tundiya li ser jinê bêtir xurt bikin, gelek rol hilgirtin ser milê xwe.

Berdeva Qada Civakî ya Rojavayê Kurdistanê Gulîstan Elî di dawiyê de destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku sala 2020’an bibe sala bi dawîbûna êş û zehmetiyên vê civaka berxwedêr.

Back to top button