Li herêmên hikûmeta Şamê kirîza aborî kurtir bûye

Aloziya aborî û zehmetiyên jiyanî li herêmê hikûmeta Şamê kurttir dibe.
Li bajarê Şamê û Himusê ji ber rewşa jiyanî tevgera Şêniyan bi awayekî Tam hate rawestandin.
Li Derayê ji ber şerê hêzên hikûmetê û komên çekdar sivîlek jiyana xwe ji dest da.

Li herêmên di bin destê Hikuemta Şamê de rewşa xelkê ya jiyanî gelekî zehmet bûye û pêdiviyên jiyanî û sotemenî nayê peydakirin.

Li paytexta Sûriyê Şamê ji ber nebûna sotemeniyê, tevgera Erebeyan pir kêm bûye.

Nexazim, bêqîmetiya leyreya Sûrî li pêşberî dolar ku yekser bandor li nirxên madeyên xwarinê û sebzeyan kiriye.

Ne tenê bajarê Şamê, li bajarê Himusê jî ji ber kêmbûn Sotemeniyê û bilindbûna nirxê pêdiviyên jiyanî, azarên welatiyan zêde bûne..

Hate raihandin ku gelek karmendên di saziyên girêdayî hikûmeta Şamê de ji ber rewşa heyî dest ji kar berdan e û istîfaya xwe dan e..

Hikmeta Şamê heta niha li ser vê rewşa aboriya têkçûyî bêdenge.

Şêniyên Siwêdayê sibê li hember rewşa aborî derdikevin xwepêşandanê

Li hember vê rewşê, çavdêriya mafê mirovan a Sûriyê ragihand ku xelkê Siwêdayê wê sibê derkevin xwepêşandanê..

Her wiha bang li her kesî hat kirin ku di seat 12’an de beşdarî xwepêşandanê bibin û banga çareseriyê bikin.

Çeteyên Tehrîr El-Şam li Idlibê êrişî cihên hêzên hikûmetê kir

Li eniyên şer jî hêzên Hikumetê û komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve cihên hev topbaran dikin.

Çavdêriya mafê mirovan ragihand ku çeteyên ‘Heyet Tehrîr El-Şam’ û hêzên hikumetê li rojhilatê Idlibê êrişî nuqeteyên hev kirine.

Di encmaê de kuştî û birîndarê her du aliyan çûbûne..

Li Derayê welatiyek hat kuştin

Her wiha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku Tîmek ji ‘Muxaberat El-Cewiyê’ ên hêzên hikûmetê ketin bajarê Dail yê Derayê.

Bi derbasbûna hêzên hikûmetê re li bajêr şer derket û di encamê de welatiyek hat kuştin.

Back to top button