YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd ê ji başûrê kurdistanê ku di Sibata 2018’an de şehîd bûbû eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê şehdadeta şervanê xwe yê ji başûrê kurdistanê Aras Xalid ragihand.

YPG di daxuyaniyê de got:

“Rêhevalê me Aras Xalid li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye dinê.

Gelê me yê Başûr jî bi salan ji dagirkeran êş kişandine, bi gelek zilm û zordariyê re rû bi rû mane, lê tevî van hemû êş û eleman li ber xwe dane û ji bo azadiyê têkoşîneke bêhempa dane meşandin.

Rêheval Aras jî bi vê çandê ve karakterê xwe avakiriye û di dema seferberiyê de berê xwe daye Efrînê.

Rêhevalê me Aras jî bi sekna xwe ya welatparêziyê û bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran navê xwe xist nav lehengên şoreşa mirovahiyê.”

YPG’ê sersaxî ji hemû gelê xwe yê welatparêz û malbata şehîd Aras re xwest û soza pêkanîna xewna şehîdan dubare kir..

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Aras Xalid
Nav û Paşnav: Mihemed Celîl
Navê Dayikê: Dilsoz Hemêkerîm
Navê Bav: Xalid Mihemed Celîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Sibata 2018’an.

Back to top button