Vê hefteyê û piştî 41salî ji bo sarkirina şerê di navbera Îran û Amerîkayê de, serokwezîrê Japonya li Îranê ye.
Amerîka jî her zextan li Îranê dike û cezayên nû lê dibire.
Serokê Îranê Hesen Rûhanî û Serokwezîrê Japonyayê Shinzō Abe daxuyaniyeke hevbeş dan.
Serokwezîrê Japonyayê got:
Divê şer li herêmê rû nede û divê Îran roleke bingehîn ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn bileyîze.
RÛHANÎ: EM LI DIJÎ ÇÊKÊN NUKLERÎ NE Û EM JI BERSIVA ŞER RE AMADE NE
Rûhanî jî diyar kir ku ji bo ewlehî û aramiya cîhanê, wê Îran pabendî lihevkirina nuklerî be û got:
Em û Tokyo li dijî çêkên nuklerî ne… û Îran şer nake, lê eger rastî çi erîşê hat ew ê bersivê bide.
Girêydayî mijarê, duh Siûdiyê bang li civak û Ajansa Enerjiya Atomî yên navdewletî kir ku di hundirê Îranê de li deverên ku belkî Tehran wan ji bo çalakiyên nuklerî bi kar bîne, bigerin.
LI GEL 2 KESAYETAN, EMERÎKA CEZAYAN LI KOMPANIYEKE DIN A ÎRANÎ DIBIRE
Li aliyekî û di çarçoveya zextên Amerîkî de, wezareta xezîneya Amerîkî cezayên nû li gel 2 kesayetan, li kompaniyeke Îranî ku navenda xwe li Îraqê ye, birî.
Herî dawî birêveberiya Amerîkayê caza li sektora petro-kîmawî ya li Îranê û her wiha li 2 kompaniyên Îranî yên li Libnanê jî birîbû.