Oldar û serokeşîrên Êzidiyan bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezarkirin.”
Daxuyanî li ber Quba Hesin Meman a li navenda Şengalê ku beriya çend rojan ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû bombebaran kirin hat dayîn.
Serokeşîrê Feqîran Naîf Şemo daxuyanî da û got: “Dewleta Tirk di nava van 20 rojan de 4 caran êrişên hewayî li dijî Şengalê pêkanîn û li wesayîteke sivîlan dan.
Di encamê de xortekî Êzidî şehîd bû.
Em dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya Iraqê şermezar dikin.
Nayîf Şemo di dawiyê de got: “Divê îrada me Êzidiyan bê naskirin. Divê jenosîda li ser civaka me, qirkirin bê naskirin.
Em ji hikûmeta Iraqê jî dixwazin ku bertek û nerazîbûn li dijî van êrişan nîşan bide û rola xwe bileyîze.”