Artêşa Lîbî daxwaza destwerdaneke navdewletî ji Waşingtonê kir

Artêşa niştimanî ya Lîbî, bi nameyekê, daxwaz ji Waşingtonê kir ku destwerdaneke navdewletî li Lîbyayê, ji bo çavdêriya derbaskirina çekan, bike. Artêşê her wiha eşkere kir ku Wîfaqê dest bi avakirina Herêmeke Kesk a Tirkî li Terablusê kiriye.

Artêşa niştimanî ya Lîbyayê, nameyek radestî Waşingtonê kir, tê de daxwaza destwerdaneke navdewletî li Lîbyayê û redkirina danûstandinan bi Tirkiyê re kir.

Artêşa Lîbî di vê nameyê de, banga çavdêriyeke navdewletî ji bo derbasbûna çekan bo hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî û rêgirtina li ber veguhastina çekan ji aliyê Enqereyê ve, kir.

Li gorî çavkaniyan, artêşa Lîbî danûstandina bi dewleta Tirk re red dike û teqeziyê li ser derxistina çeteyan ji xaka Lîbyayê dike.

Her wiha artêşa niştimanî ya Lîbyayê, tevlêkirina çeteyan bo dezgehên dewletê li gorî planên Wîfaqê jî red dike.

Di vê çarçoveyê de, duh Fermandarê giştî yê Artêşê Xelîfe Hefter jî, anîbû ziman ku: “Erdoganê bêmejî careke din behsa hebûn û mîrasa pabîrên xwe li ser xaka wan dike û ew ê ji bilî zimanê fîşekan bi wan re danûstandinê nekin.”

Mehcûb: Wîfaqê dest bi avakirina herêmeke kesk a Tirkî li Terablusê kiriye

Ji aliyê xwe ve, ji fermandarê artêşa niştimanî Xalid Mehcûb eşkere kir ku çeteyên Wîfaqê dest bi avakirina herêmeke kesk a Tirkî li Terablusê kiriye.

Mehcûb destnîşan kir ku Tirkiye, çeteyên Sûrî û yên biyanî perwerde dike û da zanîn ku, li Terablusê, nakokiyên mezin di navbera çeteyên Sûrî û yên Wîfaqê de hene.

Back to top button