KCK’ê: Li Başûr bi hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk penaberên siyasî ên Kurd tên qetilkirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê qetilkirina M. Zekî Çelebî de helwest nîşan da.
KCK’ê diyar kir Komîseriya penaberan a NY’ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji ber helwestekê nîşan nadin ew ji van kuştinan berpirsyar in û got,
“Ger li dijî van sûîqestan hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê helwestê nîşan nedin wê mafê bersivdayînê bê bikaranîn.”

Komîteya Têkiliyên Derve a KCK’ê piştî qetilkirina M. Zekî Çelebî, derbarê êrişên li dijî penaberên Kurd ên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê, penaberên siyasî tên qetilkirin û got:

Komîseriya penaberan a NY’ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji ber ku heta bi niha li hember van kuştinên siyasî tu helwesteke cidî nîşan nedane û ji van kuştinan berpirs in.”

KCK: Eger hêzên siyasî bersiv nedin, em ê bersiv bidin

KCK’ê bal kişande li ser helwesta hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê yên li hember van kuştinan û ev peyam da:

“Helwestên wan li dijî qetilkirina welatparêz û şoreşgeran divê zelal be.

Berovajî, li dijî van êrîşan wê her kesek neçar bimîne ku parastina xwe bike û mafê xwe yê rewa bikar bîne.

KCK: Bi kuştinên polîtîk dixwazin gelê Kurd biçewisînin

KCK’ê destnîşan kir bi van kuştinên polîtîk dixwazin gelê Kurd û welatparêzan biçewisînin û ev tişt got:

“Dewleta Tirk ji binketina bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Tevgera Azadiyê û gerîla; bi gefxwarina li wan, bi şantajê û sîxurkirinê hewil dide xelas bibe.

Di şexsê qetilkirina Mehmet Zekî Çelebî de ev yek cardin eşkere bû.

Lê divê bê zanîn ku bi van êrîşan gav bi Kurdan bi paş de nayê avêtin.”

KCK: Divê Rêveberiya Silêmaniyê û berpirsên polîtîk bi erka xwe rabin

KCK’ê da zanîn bi van êrîşan bi zanebûn hewil didin ku bajarê Silêmanî bikin navenda kuştinên polîtîk û bang li rêveberiya Silêmaniyê kir ku bi erka xwe rabin.

KCK: Hewlêr bûye cih û stara qatilên Kurdan

Di dewama daxuyaniyê de KCK’ê destnîşan kir ku Hewlêr bûye stara qatilên Kurdan û ev tişt got:

“Qatilên li Silêmaniyê sûîqastên siyasî dikin tev direvin Hewlêrê.

Hewlêr êdî bûye navenda parastina qatilên Kurdan.

PDK’ê dest bi nêçîra Kurdên ku wek wê nafikire kiriye.”

KCK: Divê gelê Kurd helwestê nîşanî PDK’ê bide

Dawî Komîteyê Têkiliyên Derve a KCK’ê bi lêv kir ku wê ji kujeran hesab bê pirsîn û bang li gelê Kurd jî kir ku helwestê nîşanî PDK’ê bidin.

Her wiha bang li Xaça Sor, Komîseriya Penaberan a NY’ê û rêxistinên mafên mirova kir ku li hember kuştinên polîtîk ên bi hevkariya MÎT-Parastinê, helwest nîşan bidin.

Back to top button