YNK: Divê hikûmeta Iraqê helwestek wêrek nîşan bide

Li dijî êrîşên ku duh dewleta Tirk li ser bajaroka Axceler a Silêmaniyê û Kampa Mexmûrê pêk anîn, nerazîbûn zêde dibin.
Siyasetmedar û rêxistinên Başûrê Kurdistanê êrîş şermezar kirin û bang li hikûmeta Iraqê kirin ku helwesteke wêrek nîşan bide.

Koma YNK’ê ya li parlementoya Iraqê têkildarî êrîşan, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrîş hat şemezarkirin û ji hikûmeta Iraqê hat xwestin ku helwestek zelal û wêrek nîşan bide.

Her wiha hat gotin ku divê hikûmeta Iraqê ji bo pêşîlêgirtina van tawan û binpêkirinên li ser serweriya xaka Iraqê tê kirin, hemû rêbazên bikar bîne.

“Divê li hemberî hewldanên Tirkiyê yên xwe belavkirnê were sekinandin”

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Cewad Elbolanî jî diyar kir wê lijneya wan di çend rojên pêş de li ser vê mijarê kom bibe û bêdeng nemînin.

Li ser hewleta Iraqê ya li beramber binpêkirinên dewleta Tirk jî Elbolanî got:

“Divê li hemberî kiryarên Tirkiyê û hewldanên wê yên xwe belavkirinê were sekinandin û divê Iraq jî di vê mijarê de hemû rêbazan bikar bîne.

Edhem Berzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Siyasetmedar Edhem Barzanî jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û kiryarên dewleta Tirk şermezar kir.

Back to top button