YPJ: Hevrê û Fermandara YPJ’ê Rojna Egîd di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandara YPJ Rojna Egîd ku di êrişên esmanî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû eşkere kir.

Navenda Ragihandê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyek nasnameya fermandara YPJ’ê Rojna Egîd ku di 2`yê Îlona 2023`yan aşkera kir.

YPJ’ê ragihand ku dewleta Tirk a qirker bi armanca têkbirina projeya netewa demokratîk û di şexsê armancgirtina pêşengên civakê de dixwaze civakê bi giştî qir bike

YPJ’ê derbarê kesayeta fermandar û hevrê Rojna Egîd ev nirxandin kir.

“Hevrê ya me keça Ameda berxwedêr Rojna Egîd di sala 1975’an de çavên xwe li Cîhanê vedike.

Hevrê Rojna ya ku di nav çanda berxwedaniyê de mezin dibe heman teybetmendî di sekn û kesayeta xwe dihewîne.

Bi vê bîr û baweriyê Rojna Egîd di sala 1991’an de berê xwe dide nav refên Tevgera Azadiyê.

Keça Pîrana berxwedêr Rojna di gelek qadan de cih digre û di dema êrişên dewleta Tirk li ser Rojava de berê xwe dide Kobanê.

Heta dawiyê jî bi heman coş û kelecana serkeftinê di çeperên berxwedaniyê de dibe nobedara soza xwe.

Fermandar Rojna di destpêka şoreşê de di hemû pêngavên rizgarkirinê de di çarçoveya xebatên cuda cuda de bi sekna xwe ya berxwedêr ji rêhevalên xwe re bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Hevrê Rojna ji ber ku bi vê zanebûnê dijiya di dil û mejiyê gel û hevreyên xwe de bû nimuneya ked, fedekartî, bîr û bawerî yê.

Dijminê ku tu caran ji mijandina xwîna zarokên vî welatî têr nebûye di êrişên xwe yên qirkirinê de dewame.

Ji ber dizane hemû kar û xebatên vê şoreşê jin pêşenge, jinan dike armanc.

Hevrê ya me heta kêliya dawiya jiyana xwe li ser pransibên jiyanek, azad demokatîk û girêdayî pîvanên Apogeriyê tevgeriya.

Bi armanca serkeftinê dest bi her kar û xebatî kir û wisa jî bi encam kir.

Perwerdekirin, zana kirin û bi hevrê yê xwe re hevrêtî kirin pîvanek jêneveger bû.

YPJ’ê di dawiyê de ji malbata hêja ya hevrêya xwe re sersaxî xwest û soza şopandina rêya tevahî şehîdan da.

Back to top button