Li Meclisa Nûneran a DYA krîza serokatiyê

Serokê Komarî yê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Kevin McCarthy ji erk hate dûrxistin.
McCarthy bû serokê yekem ku bi pêşnûmeya ji aliyê nûnerê partiya xwe û dengên endamên partiya xwe ve ji erk hatî girtin.

Serokê Komarî yê Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Kevin McCarthy, di encama şerê desthilatdariyê di nava partiya xwe de ji wezîfeyê hat dûrxistin.

McCarthy di dîroka partiya xwe ya 250 salî de, bû yekem Serokê Meclisa Nûneran ku bi dengên endamên xwe ji erk hatî girtin.

Di dengdayîna bi pêşniyara Matt Gaetz, ji baskê hişk ê muhafezekar ê partiya Komarparêz e, 216 parlamenteran li dijî McCarthy, dengê erê dan.

210 nûner jî li dijî pêşnûmeyê derketin.

Li meclisê, Komarparêz bi 221 û Demokrat bi 212 kursiyan cih digrin.

Lihevkirina McCarthy li ser krîza budceyê ya bi Demokratan re bû sedema berteka muhafezekarên tund ên di partiyê de.

Hikumet bi saya pêşnûmeya budceya demkî ya ku di kêliya dawî de li ser hat lihevkirin ji bendî girtina qismî vegeriya.

Budceya demkî piştî ku ji aliyê Meclîsa Nûneran û Senatoyê ve hate pejirandin bi îmzeya Serokê welat Joe Biden ket meriyetê.

Bi vî awayî heta 17’ê Mijdarê ji bo amadekirina butceyê dem hat bidestxistin.

Dibe qeyrana budçeyê bigihêje qonaxeke têkçûnê

Serokê Meclisa Nûneran McCarthy, bû armanca rexneyên tund ên koma muhafazakar a tund di nav partiya Komarparêz de.

McCarthy yê ji rewşê bêzar bûyî ragihand ku ew ê careke din nebe namzed.

Tevî derbarê navê ku wê şûna McCarthy nezelal e, fikar hene pêvajoya dijwar a danûstandinê ya bi Senatoyê re di derbarê budceyê de bigihîje xitimandinê.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hat destnîşankirin ku welat bi pirsgirêkên lezgîn re rû bi rû ne û li bendê nemînin û banga hilbijartina bilez a cîgirê McCarthy hat kirin.

Ji partiya Komarparêz gelek kes diyar kirin ku wê di rûniştina ku 10’ê Cotmehê bê lidarxistin de bi cîgirê McCarthy re bişêwirin û dengdan jî 11’ê Cotmehê tê plankirin.

Back to top button