Dewleta Tirk a dagirker hêrsa xwe a ji çalakiya fedaî ya li Enqereyê bi bombebaranê û sûcên şer radike.
HPG’ê got: Qadên gerîla, 10 caran bi gazên kîmyewî û 20 caran jî bi droneyên bombebarkirî hate bombekirin.
Li hemberî van êrişan HPG’ê ragihand ku hêzên wan jî li dagirkeran dan û 3 leşker hatin kuştin.
Piştî çalakiya fedaî ya li Enqereyê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker zêde bûn.
Di 1’ê Cotmehê de gerîlayên HPG’ê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên endamê Tabura Nemiran li pêşiya wezareta Karê Hundir çalakiyek fedayî kirin.
Dewleta Tirk a dagirker hêrsa xwe ya ji vê çalakiya fedaî bi bombebaranê radike.
Li dijî êrişên dagirkeriyê jî gerîlayên HPG û YJA Starê bi çalakiyan bersiv didin.
Têkildarî vê yekê Navenda ragihandin û Çapemenî ya HGP’ê daxuyaniyek weşand.
HPG: Qadên gerîla 10 caran bi gazên kîmyewî hate bombekirin
HPG’ê raighand ku şeva 3’ê Cotmehê qadên wan gelek caran hate bombekirin û ev agahî dan:
Herêmên Parastina yên Medyayê 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
Arteşa dagirker çeperên şer jî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî,
10 caran bi gazên kîmyewî û 20 caran jî bi droneyên bombebarkirî bombe kir û sûcên şer kir.
HPG: Di êrîş û bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehat
HPG’ê da zanîn di bombabaran û êrişên dewleta Tirk a qirker de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.
Bi domdarî HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeran agahî da û wiha got:
HPG: Li Zap û Metîna 3 dagirker hatin cezakirin û 3 jî birîndar bûn
Li hemberî van êrîşên artêşa Tirk, hêzên me jî li Zap û Metîna çalakiyên xurt lidar xistin.
Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.
Her wiha droneyek û konek hatin îmhakirin, derb li kamerayeke çavdêriyê hate xistin.