Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê şehîdên çapemeniya azad û xebatên wan de axivî.
Kalkan jiyan û têkoşîna Şehîd Seyîd Evran jî kir û got:. “Wê keda şehîdan ti car neyê ji bîr kirin û pênûsa wan li erdê nemîne. Pênûs, kamera û çeka te di destê hevrêyên te de ne.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji ANF’ê re axivî û qala şehîdên ragihandinê kir.
Kalkan şehîdên çapemeniya azad Gûrbetellî Ersoz, Elîşêr Koçgirî û Seyîd Evran bi bîr anî û got:
“Heta ku civak hebe, îradeya wê ya azad, bawerî, armanc û zanebûna wê hebe, ev têkoşîn û xebat wê bidome.”
Dûran Kalkan: Pênûs, Kamera û Çeka te di destê hevrêyên te de ne
Kalkan qala nameya dawî ya Seyîd Evran Jî kir û wiha got:
“Weke wesiyeta dawî ji me re got, ‘bi xweşî û hezkirinê bimînin’.
Em jî dibêjin ku tu rehet be. Pênûs, kamera û çeka te di destê hevrêyên te de ne.
Wezîfeyên xwe yên rojane didomînin.”
Dûran Kalkan: Wê keda hevrê Seyîd ti carî neyê ji bîr kirin
Kalkan li ser kesayet û têkoşîna şehîd Seyîd Evran wiha got:
“Heval Seyîd xwedî kedeke mezin bû, lewma wê keda wî tu caran neyê ji bîr kirin.
Ji bo têkoşîna azadiyê bi pêş ve biçe û mirovahî têkoşînê nas bikin bi şev roj xebitî.
Nexweşî û westan ji xwe re nedikir astengî, li çar aliyên Kurdistanê xwedî kedekî giran biha bû.”
Kalkan destnîşan kir ku şehîd Seyîd bi famkirin û hezkirina ji jiyanê têkoşîn bi rê ve bir û erkê xwe bi cih anî.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku şehîd Seyîd bû afîrînerê mîrateyeke mezin û bi van gotinan bi dawî kir:
“Wê ked û armanca şehîdan tu caran neyên ji bîr kirin, weke hevrêyên wan, em ê heta dawî li ser rêya wan bimeşin û pênûsa wan li erdê nehêlin.”