Li Sûdanê şer: 20 kes hatin kuştin

Li Sûdanê nêzî 6 meh e di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de şer rûdide.
Di şerê li nêzî paytext Xertûmê de, 20 kes hatin kuştin.

Komîteyên taxên herêma Samrabê diyar kir ku di topbaranên Hêzên Hêzên Piştevaniya Bilez li dijî herêma Samrabê ya bajarê Xertûmê yê deryayî de 20 kes hatin kuştin.

Artêşê bi topavêj û balafirên bêmirov gelek nuqteyên Hêzên Piştevaniya Bilez ên li Xertûmê kirin armanc.

Li nuqte, taxên Cebre û Mucahîdîn û herêma naverasta Xertûmê dengê teqînan hat.

Her wiha Hêzên Piştevaniya Bilez gelek navendên artêşê topbaran kirin.

Ji 15’ê Nîsanê ve şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de dewam dike.

Li gorî daneyan herî dawî ji ber şerê li welêt bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûne û nêzî milyonek jî koçberî welatên cîran bûne.

Back to top button