YPJ: Bi dil û ruhê kedkaran em ê bi hev re yekîtiya gelan ava bikin

Yekîtiya Sendîkayên Karkerên Başûrê Kurdistanê, Fermandariya Giştî a YPJ’ê û KCDK-E‘ bi daxuyaniyên cuda 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî pîroz kirin û anîn ziman ku weke gel, kedkar, jin, ciwan, bawerî û bindestan divê em bi ruhê 1’ê Gulanê têbikoşin, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin û yekîtiya xwe ava bikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz kir.

YPJ’ê diyar kir ku di vê rojê de ji bo daxwaza mafên rewa, yên xwezayî û mirovî li dijî zilma mêtinger û kedxwaran xebat hatin yekkirin û deng hatin bilindkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, kedkaran ji bo pêşketina hemû mirovahiyê xizmetên mezin kirinê û hîn jî van xizmetana didomînin.

Li ser vê bingehê; bi dil û ruhê kedkaran em ê bi hev re yekîtiya gelan ava bikin da ku hemû gel di nava aştî û aramiyê de bijîn.

Back to top button