
KCDK-E’yê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bang kir û got:
“Weke gel, kedkar, jin, ciwan, bawerî û bindestan divê em ruhê 1’ê Gulanê têbikoşin û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin.”
KCDK-E’yê bi wesîleya 1’ê Gulanê daxuyaniyek da û Cejna Karker û Kedkaran pîrozkir û got:
“Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dîktatoriya Erdogan bûye belayê serê mirovahiyê li pêşiya tevgera ked, wekhevî û demokrasiyê astengiya herî mezin e.
Di serî de şerê li erdnîgariya Kurdan şerê li herêmê dimeşîne bi ked û qezenca kedkaran dimeşîne. Sedema xizanîkirina gelan ev şer e.”
“Divê rejîma AKP-MHP’ê di hilbijartinê de bê têkbirin”
KCDK -Ê’ê ji bo têkbirina faşîzma Erdogan ev bang kir:
1’ê Gulanê weke roja têkoşîn û yekîtiyê ya li dijî mêtingerî, zilm û şer hîn bêhtir bi wate dibe.
Weke gel, kedkar, jin, ciwan, bawerî û bindestan divê em ruhê berxwedan û yekîtiyê 1’ê Gulanê bikin wesîleya yekîtiya demokratîk.
Li dijî bloka faşîst a AKP-MHP’ê di dengdanê de divê em seferber bibin û li dijî tecrîd û faşîzmê, berxwedana azadiyê mezin bikin.
Rêveberiya Xweser: Kedkar bingeha avakirina civaka demokratîk in