Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê û Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi heman armancê daxwiyanî dan..
Aliyan 1’ê Gulanê li karker û kedkarên li Sûriyê pîroz kir û got:
“Em mîrasa 1’ê Gulanê bikin wesîleya xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîd û dagirkeriyê.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya 1’ê Gulanê roja Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek weşand.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku roja Kedkaran a Cîhanî girîngiya kedkaran dide xuyakirin û wiha got:
Weke Rêveberiya Xweser em girîngiyê didin xebatên parastina mafên kedkaran, da em karibin civakeke demokratîk a azad ava bikin û wekheviya civakî dabîn bikin.