Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê û Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi heman armancê daxwiyanî dan..
Aliyan 1`ê Gulanê li karker û kedkarên li Sûriyeyê pîroz kir û got:
“Em mîrasa 1ʹê Gulanê bikin wesîleya xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîd û dagirkeriyê.”
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 1`ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek da..
TEV-DEM’ê hêvî kir ku ev bone, bibe wesîleya geşkirina têkoşîn û berxwedanê û got:
“Li cîhanê beşa karkeran herî zêde bi êş, zulm, înkarkirin û çewsandinê re rû bi rû maye.
Çîna karkeran ku tîyê îradeya azad e li hemberî pergalên kapîtalîst xwe birêxistin kir.
Li piraniya welatan peymana 1ʹê Gulanê hatiye imze kirin ..
Lê mixabin çîna karker û kedkaran rastî astengî û heqaretê tên ..
Dîmenên bi vê awayekî her sal dûbare dibin. ”
TEV-DEMʹê îşaret bi rola kedkaran di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û got:
“Bi tevlêbûna çalak a jinên kedkar û têkoşer, destanên lehengiyê hatin nivîsandin.
Êdî jin mîras û nirxên 1`ê Gulanê bi rihê şoreşa civakê bi rêve bir da ku civakeke demokratîk û azad ava bibe.ʹʹ
TEV-DEMʹê tekez kir ku em ê 1’Gulanê her bikin wesîleya piştevaniya hemû berxwedêrên li dijî tecrîd û dagirkeriyê..
KNK’ê 1’ê Gulanê li gelên Kurdistanê pîroz kir
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî daxwiyaniyek da û got:
Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî serê sedan salan e, ji bo azadî û rizgariyê têkoşînê dikin.
Em îsal jî cejna 1’ê Gulanê, di rewşeke giran de pêşwazî dikin.
Li çar aliyên Kurdistanê, êrîş û planên dijê gelê Kurd berdewamin.
Projên dijminan mezinin û hemî deskeftên Kurdan di bin xeteriyek mezin de ne.
Divê hemî hêzên Kurdistanî, yekîtiya xwe xurttir bikin û bi hevre bi yek dengî dijê van planan derkevin.
KNK’ê bang li her kesî kir ku dakevin qadên pîrozbahiyê.