PKK’ê ji bo 1’ê Gulanê daxwiyaniyek da

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek da û got:
“Em coşa 8’ê Adarê û Newrozê bigihînin 1’ê Gulanê..
Ruhê berxwedan û serketinê yê 1’ê Gulanê jî bigihînin 14’ê Gulanê.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek weşand.

PKK’ê destpêkê di şexsê şehîdên Taksîmê yên 1977’an hemû şehîdên 1’ê Gulanê bi bîr anî û got:

“Di demeke krîtîk a dîrokê de em 1’ê Gulanê pêşwazî dikin.

Di roja xwe ya yekîtî, piştevanî û têkoşînê de em diherikin têkoşîna xwe bilind dikin.

Eşkere ye ku 1’ê Gulanê ya îsal ji yên beriya niha gelekî cuda ye.

Di 14’ê Gulanê de wê provaya hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê bê kirin.

14’ê Gulanê pêvajoya hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê dide destpêkirin. ”

PKK’ê da anîn ku hilweşîna AKP-MHP’ê jî ji bo Kurdistan, Tirkiye, û tevahiya cîhanê gelekî girîng e.

Lewma divê mirov hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê ji rêzê nebînin..

Bi hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê re wê pêşî li azadiya Kurdan û Tirkiyeya demokratîk vebe.

Halbûkî faşîzma AKP-MHP’ê ji bingehê ve riziya ye û hilweşiya ye.

Komîteya Rêveber a PKK’ê piştrast kir ku 1’ê Gulanê em dakevin qadan û di 14’ê Gulanê de jî dengê xwe bi kar bînin.

“Em coşa 8’ê Adarê û Newrozê bigihînin 1’ê Gulanê.

Ruhê berxwedan û serketinê yê 1’ê Gulanê jî bigihînin 14’ê Gulanê.

Em ê 1’ê Gulana îsal bikin destpêka serketineke mezin a demokrasiyê.

Em qadên 1’ê Gulanê dagirin û meşa xwe ya ji bo demokrasî û azadiyê ya nû bidin destpêkirin.

Ji 1’ê Gulanê heta bi 14’ê Gulanê em pira demokrasî û azadiyê, pira serketina dîrokî ava bikin.”

PKK’ê dawiyê tekez kir ku em Gulana 2023’an bikin destpêka Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk.

Kongra Star 1’ê Gulanê pîroz kir

Back to top button