Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê, Meclisa Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî da. Kongra Star da zanîn ku Kar azadî ye ked rûmeta jiyanê ye, Şoreş û biserxistina wê bi têkoşîn û kedê misoger dibe bila her roj bibin cejn û roja kedkarên cîhanê.
Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.
Kongra Star da zanîn ku şoreş bi têkoşîn û kedê misoger dibe, divê her roj bibin cejn û roja kedkarên cîhanê.
Her wiha Kongra Star diyar kir ku bi saya kar, xebat, berxwedan û keda Rêber Apo jin, zarok, mêr, pîr û kal bi rûmet û azad dijîn.
Wekî ku Rêber Apo destnîşan dike, Endust-riyalîzmê li kevçika dilê cotkariyê xistiye.
Cotkariya hêmanê bingehîn ê civaka mirov û amûrê hebûna wî ye, li hemberî endustriyê hildiweşe.
Ev neheqiya ku li hemberî nirxê keda mirov hê zêdetir bûye, ji ber ku di riya wê re qutbûna ji ked-dayînê bi taybetî di nava ax û erdê de çêbû.
Kongra Star got, di nava vê sîstema ji jiyanê qut a herî bêqîmet hatiye hiştin jin e, xebat û karê wê bê nirx tê dîtin û weke heqdesta erzan û bê berdêl hatiye hiştin.
Ji bo ku em careke din welatê xwe û civaka xwe azad bikin û jiyana cotkariyê biparêzin û nirxên keda destên xwe li hemberî makîne û amûrên sanaiyê wek robot li şûna mirovan tên şixûlandin bisekinin.
Pêwîst e em careke din vegera li gund, cotkarî û çandiniyê xurt bikin ji bo ku em jiyana ekolojîk û bi rûmet bijîn, ji ber ku betalî di jiyanê de bêrûmetî ye.
Di dawiyê de Kongra Star wiha banga li hemû jinên kedkar û têkoşer kir ku pêşengiyê ji kar û kedê re bikin tu kesê bê kar nehêlin û got:
Şoreş û biserxistina wê bi têkoşîn û kedê misoger dibe bila her roj bibin cejn û roja kedkarên cîhanê.