Peace in Kurdistan, bertek nîşanê êrîşên qirkirina siyasî yên dagirkeriya Tirk da û ji bo dawî li zextan bîne, xwest ku zext di rayedarên Tirk re bên rakirin.
Daxuyaniya Peace in Kurdistanê wiha ye:
“Beriya hilbijartinên meha Gulanê, Erdogan ku bi awayekê qidûmşikestî dixwaze ji bo li ser desthilatdariyê bimîne wê her tiştî bike.
Pêşbîniya şîrovekaran ew e ku wê Erdogan di hilbijartinên 14’ê Gulanê de têk biçe.
Erdogan di warê siyasî de jî û bi fîzîkî qels xuya dike.
Baweriya pê, pir kêm bûye.
Divê neyê hiştin ku Erdogan hilbijartinan ji gelê Tirk bidize.”
Fincanci: Pir nema emê biguherin
Her wiha Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, ji bo piştevaniyê hat ber Edliyeya Amedê û got:
“Pir nema, piştî 15 rojan wê ev hemû biguherin, em ê biguherin.”
Fîncanci diyar kir ku bêyî lêpirsineke bibandor bê kirin, dosyeyên wan bi îfadeyên yên li xwe mikur hatine hatine .