Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê depoyeke çekan a Hizbullah a li balafirgeha Deba ya leşkerî ya li gundewarê Humsê kir hedef.
Medyayên girêdayî hikumeta Şamê li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî ragihand û ev agahî da:
“Vê sibehê de pergala parastina hewayî êrişeke bi moşekan a Îsraîlê ya li derdora bajarê Humsê asteng kir .
Hinek moşek xistin.
Li gorî heman çavkanî, di êrişê de 3 sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.”
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî got:
“Moşekên Îsraîlê depoya çekan a Hizbullah a Lubnanê li gundewarê Humsê rûxand.”
Di vê mehê de ev 2 car in Îsraîlê balafirgeha Debayê dike hedef.
Di 2ʹyê Nîsanê de Îsraîlê bi moşekan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê yên li Humsê kirin hedef.
Her wiha depoya çekan a Hizbullah a li balafirgehê rûxand û navenda Bihûs Îlmiya (Lêkolînên Zanistî) kir hedef.