HPG: Li Heftanînê 4 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin

Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li herêma Heftenînê de 4 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî de li herêma Heftanînê de, gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xist.

Li gorî vê;

21’ê Adarê gerîlayan li dijî qereqola Yek-malê ya li navçeya Qilabanê ya Şirnexê çalakî kirin.

Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

25’ê Adarê gerîlayan li dijî dagirkerên dewleta Tirk li ser Girê Şehîd Şêxmûs ê li herêma Heftanînê çalakiyek pêk anîn.

4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker ku derbên xurt xwarin, bi helîkopbeteran kuştî û birîndarên xwe ji qada şer rakirin.

Back to top button