Koalîsyon ji baregeha El-Qeyara ya Iraqê vekişiya

Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê beregehegeke xwe ya din li Iraqê radestî hêzên Iraqê kir.

Îro pêncşemê, Hêzên Koalisyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê, baregeha El-Qeyara ya li parêzgeha Nîneweyê radestî artêşa Iraqê kir.

Merasîma radestkirinê bi awayekeî fermî û bi amadebûna fermandarên Iraqî û Amerîkî pêk hat.

Ev heftiyeke ku Koalisyonê dest bi veguhestina maşîneyên xwe ji baregehê ber bi Hewlêrê ve kiribû.

Duh jî Fermandariya Giştî ya Hêzên Iraqê ragihand ku leşkerên Fransî ji tevahiya xaka Iraqê vekişiyane.

Duşema çûyî jî hêzên Amerîkî ji baregeha El-Hebaniya ya parêzgeha Enbarê vekişiya.

Beriya wê jî Koalisyona Navdewletî ragihand ku ji bo belavbûna vîrûsa Coronayê wê hêzên wan li deverên nû li Iraqê bi cih bibin.

Back to top button