Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo debara jiyana xwe pez û mirîşkan xwedî dikin

Hikûmeta Şamê demeke li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç pêk aniye. Welatiyên li wir ji bo debara jiyana xwe bikin pez û mirîşkan xwedî dikin.

Welatiyê bi navê Ebd-Elmenan Reşo yê 60 salî ku koçberek ji Efrînê ye weke piraniya welatiyên taxa Eşrefiyê ji bo debara jiyana xwe bike berê xwe da xwedîkirina pez û mirîşkan.

Ebd-Elmenan Reşo diyar kir ku bihabûnê hiştiye ew pez û mirîşkan xwedî bike û wiha got:

“Ez pez û mirîşkan ne ji bo firotinê xwedî dikim, lê ji bo peydakirina debara jiyana malbata xwe xwedî dikim.

Reşo da zanîn ku zehmetî di xwedîkirina sewalan de nakişîne, ji ber ku wî li gundê xwe Hesendêra yê Bilbilê heman kar kiriye.

Reşo di dawiyê de got: “Efrîn û zeytûnên wê ji bîra me naçin, em ji erdê xwe koçber bûn, lê dagirker dîsa me bi balafir û çekan bombebaran dikin, civaka navnetewî jî bê deng e.

Back to top button