Şêwrê Stokholmê bi encamnameyekê bi dawî bû

Xebatên Şêwrê ya roja dûyem ya Kongra Stokholmê li Siwêdê ku gelek kesên demokrat ên Sûrî yên mixalîf beşdar bûn bi dawî bû û encamnameya wê derket. Di encamnameyê de tê gotin: Divê aliyên niştîmanperwer bixebitin, da ku metirsiya parçebûna axa Sûriyê ji holê rabe.

Saziya Olof Palme ya navnetewî li Stokholma Siwêdê, Kongra Stokholmê ya dûyem bi tevlêbûna MSD’ê, kesayet û hêzên siyasî yên Sûrî yên muxalif, organîze kir…

Nûnerên wezaretên derve yên Birîtanya, Amerîka, Siwîsre û her wiha 30 nûnerên hêzên siyasî yên Sûrî û kesayetên demokrat amade bûn..

Armanca şêwrê ew bû ku nêrîn û dîtinên ji bo çareserkirina aloziyê bên girtin..

Kongre di 9’ê Nîsanê de dest pê kir û di roja duyem de bi encamnameyekê bi dawî bû..

Di encamnameya kongra şêwrê de ev xal hene:

  • Ger welatparêz û demokrat ji bo avakirina yekitiya welat û birêxistinkirina xebatên demokratîk nexebitin, metirsiya parçebûna demdirêj a Sûriyê ava dibe.
  • Li ser prensîba sîstema nenavendî gotûbêjê bikin û li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyên civakê xebat bikin.
  • Rola demokratan di qonaxa bê de, yekbûna wan, awayê kombûna wan were niqaşkirin û xebateke baş ji bo konferansa wan were kirin da biryarên niştîmanî werin girtin..
  • Birêxistinkirina civîna dema pêş ji bo danîna sîstemeke baş ji konferansê re û her wiha niqaşkirin û zelalkirina mijarên ku nehatin gotubêjkirin..
Back to top button