Welatiyan xwest dijî gendeliya mala Barzanî raperîn çêbibe

Welatiyên Helebceyê anîn ziman ku ji ber bêdengiyê roj bi roj gendelîya mala Barzanîyan zêde dibe xwest dijî gendeliya gel raperînê bike.

Piştî serweta Barzaniyan ya li derveyî welat roj bi roj eşkere dibe, di nava xelkê Başûr de jî nerazîbûn zêde dibe.

Şahîd Serhed yê ji Helebceyê, ji Rojnews re diyar kir ku gendeliya hikumet, serok û berpirsên herêmê bi giştî zêde bûye û got: “Ew mizgîniya kirîna koşkan li Waşîntonê didin me, lê welatiyên teqawîdbûyî li ser wergirtina mûçe jiyana xwe ji dest didin.

Divê xelk vê gendeliyê qebûl nekin û bi yek dengî rabin raperînê.”

Welatî Dana Ebdulqadir jî got: “Bi milyar dolarên dizîne, koşk û vîla têne kirîn. Ev yek ji ber bêdengiya xelkê ye, bêdengî gendeliyê zêde dike û bi dahata Kurdistanê dikare du mûçe jî bê dayîn.”

Back to top button