Pêngava paqijiyê a Qmaişlo li Sîna Kevin dewam dike

Pêngava paqijiyê ya ku TEV-DEM dabû destpêkirin berdewam dike û îro li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê jî dest pê kir.

Pêngava paqijiyê ya TEV-DEM’ê a bi dirûşma “Paqijiya bajêr ji paqijiya civakê ye” li Qamişlo da destpêkirin îro li Sîna kevin ya bajêr dewam dike.

Bi dehan ji endamê TEV-DEM, Odeya Pîşesazî û xwediyên dikanan beşdarî pêngavê bûn.

Endamê Tevgera Civaka Demoratîk TEV-DEM Eyad Ibrahîm axivî û da zanîn ku armanca vê hemleyê belavkirina çand paqijiyê di nava civakê de ye.

Li Şedadê pêngava paqijiyê hate destpêkirin

Ne tenê li Qamişlo, li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê jî îro pêngava paqijiyê ya TEV-DEM bi dirûşma “Bila bajarê min xweşik bimîne” dest pê kir.

Bi dehan ji endamên saziyên sivîl û xebatkarên şaredariya gel li ber deriyê meclisa navçeyê dest pê kir.

Yek ji rêveberên TEV-DEM ê navçeyê axivî û diyar kir ku wê hemle rojekê dewam bike û li kolanên sereke, taxa Bakur, kolana Baxçeyê Zarokan, Parka Rêber Ocalan û Kolana Elawî El-Salih bê kirin.

Back to top button