Hêzên hikumeta Şamê herêmên Idlib û Heleb bombebaran kirin

Hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran herêmên Idlib û Heleb topbaran kirin. Çeteyên DAIŞ’ê jî êrişî baregehên komên alîgirên Îranê ên li herêma Sexne yê Humsê kirin û 4 leşkerên komên Îranî hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, di seatên sibehê de hêzên hikûmeta Şamê bi moşek û topavêjan herêên Idlib û Helebê hedef girtin.

Bajarokên Filêfil, Sifêhin û El-Benîn ên li başûrê Idlibê û bajarokên Miaret El-Niesan û Kefer Nûran ên Idlib û herêmên Helebê bûn armaca êrişên hikûmetê.

Ji ber êrişa çeteyên DAIŞ 4 leşkerên komên Îranê hatin kuştin

Çavdêriyê ragihand, vê sibê çeteyên DAIŞ li nêzî bajarê Sexnê ê rojhilatê Hemusê êrişî nuqteyeke kontrolê ya komên Îranê kir.

Hat diyarkirin di encama êrişê de 4 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Helebê di navbera komên çete yên dewleta Tirk de şer derket

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku, li rojhilatê Helebê di navbera du komên çeteyên girêdayî Dewleta Tirk a dagirker de şer derket, di encamê de sivîlek birîndar bûn.

Duh bi şev jî li taxa El-Wista ya bajarê Qamşlo welatiyê Ermen Milko Nader ji aliyê komên girêdayî hikûmetê hate kuştin.

Back to top button