Hizbûllah êrîşeke nû li dijî Îsraîlê pêk anî

Hizbullah a Lubnanê li herêma sînor li dijî leşkerên Îsraîlê êrîş pêk anî.
Hizbullah ragihand ku li ser sînor êrîşî nuqteyên leşkerî yên Îsraîlê kiriye.
Li aliyê din Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê cezayên nû li ser tora darayî ya Pasdarên Şoreşa Îranê û Hizbullahê ragihand.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê şîrket û kesên li Tirkiyê û Lubnanê hêzên Îranî û Hizbûllahê fînanse dikin.

Hizbullaha Lubnanê der barê êrîşên ku ji başûrê Lubnanê li dijî hedefên leşkerî yên artêşa Îsraîlê hatin kirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî nuqteyên leşkerî yên Teyhat û Mîtat ên Îsraîlê yên li ser sînor bi fuzeyên rêveber û “çekên guncaw” êrîş hatin kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku amûrên îstîxbarata Îsraîlê yên li nuqteya leşkerî ya Hanîta û tanka Merkava ya ku li nuqteya leşkerî ya Bayda Blîda bi cih bûbûn kirin hedef.

Di şer û pevçûnên navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de ji 8’ê Cotmeha 2023’yan vir ve 174 endamên Hizbullahê, 30 sivîlên Lubnanî, 6 sivîlên Îsraîlê û 10 leşkerên Îsraîlê mirin

Amerîka ji Lubnan û Tirkiyê re bo alîkariya Hizbûllahê ceza da

Li aliyê din Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê cezayên nû li ser tora darayî ya Pasdarên Şoreşa Îranê û Hizbullahê ragihand.

Di nava kesên ku di lîsteya cezayan de cih digirin de şîrketek jî heye ku tê gotin li Tirkiyê ye.

Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî (OFAC) ya ser bi Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihand:

“Sê şîrket û kesek li Lubnan û Tirkiyê piştgiriya darayî ya krîtîk ji Hêza Qudis û Hizbullahê re kirine, ketine lîsteya cezayan.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku van kes û şîrketan bi sedhezaran milyon dolar dahatî bi firotina kelûpelên Îranê bi dest xistine.

Her wiha bi van dahatiyan re Hizbûllah û Hêza Qudis hatine fînansekirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî ya Amerîkayê, yek ji wan şîrketên ku di lîsteya cezayan de cih digire, şîrketa bi navê Mira Îhracat Îthalat Petrol a li Tirkiyê ye.

Li aliyê Lubnanê jî şîrketa Konsepto ye ku wan hêzan fînanse dike.

Hizbûllah li dijî Îsraîlê 13 êrîş pêk anî

Back to top button