Polîsên Tirk êrişî avahiya HDP’ê ya Cizîrê kirin

Polîsên dewleta Tirk îro di danê sibehê bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girtin. Polîsên ku derî şikandin ketin hundir 5 endamên HDP’ê binçav kirin. Rêxistina HDP’a Cizîrê li dijî êrîşa li ser avahiya wan hatiye kirin, li ber deriyê partiyê daxuyanî da û êriş şermezar kirin. Hat ragihandin ku li dijî êrîşan, dê li avahiya HDP’a Cizîrê 3 rojan nobet bê girtin.

Polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk di saetên sibehê de bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt.

Di serdegirtinê de deriyên avahiyê hatin şikandin û polîsan bi botên xwe dan ser cilnimêjan.

Polîsan du saetan li avahiya HDP’ê lêgerîn kirin û piştre jî li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr, gundê Dîrseklî û li xaniyên komelî yên Dîrsekliyê bi ser malan de girtin.

Di nav de Hevserokê HDP’a Cizîrê û rêveberên HDP’ê yên navçeyê jî di nav de 5 endamên HDP’ê hatin binçavkirin.

Serdegirtina avahiya partiyê bi çalakiyekê protesto kirin

Serdegirtina avahiya partiyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Rêxistina HDP’a Cizîrê li dijî êrîşa li ser avahiya wan hatiye kirin, li ber deriyê partiyê daxuyanî da.

Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê û yên navend û navçeyan, aktivîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen diyar kir ku bi awayeke nehiqûqî ser avahiya partiya wan de hatiye girtin û wiha got:

“Divê ji bîr nekin ku gelê Botanê û kurd dê serî li ber van polîtîkayên qirêjî netewînin.”

Piştre parlamenter Nûran Îmîr axivî û destnîşan kir, her cara ku AKP-MHP tengav dibe êrişî partiya wan û gelê Kurd dike.

Di daxuyaniyê de parlamenter Hasan Ozguneş jî axivî û li dijî êriş û polîtîkayên dewleta Tirk bertek nîşan da.

Piştî axaftinan, beşdaran çalakiya rûniştinê li dar xist.

Hat ragihandin ku li dijî êrîşan, bi tevlibûna rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan dê li avahiya HDP’a Cizîrê 3 rojan nobet bê girtin.

Baroya Şirnexê derbarê êrişa li ser parêzer serkan karakaş daxuyaniyek da

Doh jî, li ber Edliyeya Şirnexê polîsê Tirk zanebûn wesayît li parêzer Serkan Karakaş qelibandibû.

Di encama vê yekê de jî parêzer Karakaş bi giranî birîndar bû.

Baroya Şirnexê, bi beşdariya Endamê Lijneya Rêveberiya Yekitiya Baroyên Tirkiyê, Komeleya Mafê Mirovan û gelek parêzaran li ber Edliyeya Şirnexê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî û destnîşan kir ku ev bûyera xeternak a li dijî hevalê wan nîşan dide ku ewlehiya canê tu kesî ji wan tuneye û got “Ji bo berpirsyar cezayê pewîst bigire, ew ê bûyerê bişopînin”

Back to top button