“Birîna darên başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve Enfaleke nû ye”

Tevî êrîşên dagirkeriyê, dewleta Tirk jîngeh û xwezaya başûrê Kurdistanê jî talan û wêran dike.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, birîn û dizîna daran ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê de weke “sûcê li dijî mirovahiyê û xwezayê” pênase kir.
CPT jî destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide gundên başûrê Kurdistanê ji sivîlan vala bike.
10 partî û rêxistinan jî ji bo meşa sibê a ku li dijî êrîşên dagirkeriyê wê li Silêmaniyê pêk were banga tevlêbûnên kirin.

Li dijî talankirin û wêrankirina xweza û daristanên başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê de nerazîbûnên herêmî û navdewletî roj bi roj zêde dibin.

Endam û berpirsên rêxistinên civaka sivîl ên Silêmaniyê diyarkir ku birîna daran ji aliyê dagirkeriyê ve, enfaleke nû ye û divê hemû alî û saziyên peywendîdar li hemberî wê helwestê nîşan bidin.

Serokkomarê Îraqê: Divê em pêşî li vê yekê bigirin berpirsyaran ceza bikin

Piştî ku ev mijar bi germî bû rojeva ajans û TV’yan, Serokkomarê Îraqê Berhem Salih jî li ser hesabê xwe yê twitterê bertek nîşan da û got:

“Li gel binpêkirina mafê serweriyê û binpêkirinên ku dibin sedema koçberbûna sivîlan, li qadên Hirur û Batîfa û qadên din ên herêma Kurdistanê birîna daristanan kiryarek li dijî mirovahiyê ye û sûcê li hemberî xwezayê ye. Wezîfeya me ew e ku pêşî li vê yekê bigirin û ji bo berpirsyarên vî sûcî bên cezakirin di navbera hikumetên federal û herêmî de koordînasyoneke pratîkî ava bikin”

Siyasetmedarên Îraqî: Hewlêr û Bexda ji van kirinan berpirsiyar in

Ya diyar ew e heya niha ji bilî daxuyaniyên şermok, ti tişt ji hikûmeta herêm û a federal derneketiye.

Li ser vê, şîrovekarê siyasî yê Îraqî Haşim El-Kenedî dibêje:

” Tirkiye hewl dide împeratoriya Osmanî ji nû ve zindî bike û çavên wê lê ye ku Şengal, Kerkûk û giştî herêmê dagir bike. Mixabin! Hikûmeta Başûr û ya Îraqî bi bêdengiya xwe, digel dagirkeriyê hemaheng in.”

Şîrovekar Elî Sahib jî da zanîn ku,

“Enqere ji hebûna leşkerî wêdetir, dest bi talankirina erdên welatiyan kiriye. Ev yek, bo serweriya Îraqê binpêkirinek e . Lewre divê hikûmeta Federal li gel NY gilî bike, balyozê Îraqî ji Stenbolê bikişîne û yê Tirkî ji Bexdayê biqewitîne.”

”Werin em bi hev re tekoşîn bikin”

Hevserokê Dîwana Meclîsa Mexmûrê jî banga têkoşîna bi hev re li dijî dagirkeriyê kir.

Jinên herêmê: Divê Hewlêr û Bexda helwesteke cidî nîşan bidin

Jinên Başûrê Kurdistanê jî bêdengiya parlamen û hikûmeta herêm û ya Îraqê şermezar kir.

Jinan bang li her du aliyan kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwesteke rasteqînî nîşan bidin.

CPT: Tirkiye hewl dide gundan ji sivîlan vala bike

Di çarçoveyê de, CPT’yê bi raporekê eşkere kir ku Tirkiye bi êrîşên xwe, dixwaze gundên Başûrê Kurdistanê ji sivîlan vala bike.

CPT’yê diyar kir ku dagirkerî gefan li xelkê dixwe, eger vegerin gundên xwe, dê weke gerîla bên hesibandin.

Ev heye demek, Tirkiye êrîşî gundê bajarokê Batufayê yê Zxoyê dike û jîngeh û malên sivîlan talan dike.

Jixwe di vî dîmenê de, ev yek tê xuyakirin.

Ji bo meşa sibe ya li Silêmaniyê banga tevlîbûnê hat kirin

Li Silêmaniyê jî sibe li dijî dagirkeriya Tirk wê meşek were lidarxistin.

Navenda Kar ê Nîştimanî ku ji komek partî û hizên siyasî pêktê bi daxuyaniyekê banga tevlibûna meşê kir.

Back to top button